Ji ber şert û mercên dijwar ên kirîza sûriyê, di demekê de ku êşa jinan girantir dibû meclisa jinên sûriyê di 8’ê Êlona 2017’an de li kantona Minbicê hate damezirandin.
Bi nêzhatina salvegera meclisê û di bin dirûşmeya ‘Jinên rêxistinkirî bingeha avakirina Sûriyeke demokratîk, piralî û nenavendî ne’ rêveberên meclisê tekez kirin ku ev meclis cihê parastina mafê hemû jinan ne.
Ji aliyê xwe ve rêveberiya meclisa jin a sûriyê Erîfa Bekir diyar kir ku wê têkoşîn berdewam be heya mafê jinan di destûra nû ya sûriyê de misoger bibe.
Piştî ragihandina destûra sûrî ku tê de mafê jinê ne misogere, meclisa jin a sûriyê hewl da xwe bighîne jinên hundirê sûriyê û ofîsên xwe veke.
