MECLISA JIN A PYD’Ê BI BONEYA 8’Ê ŞEVBÊRKEK LIDARXIST

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya 8’ê Adarê roja cîhanî ya jinan, meclisa jin ya PYD’ê şevbêrkeke hunerî li navenda giştî ya bajarê qamişlo li darxist.Şevbêrk bi beşdarbûna bi dehan jin, dayik û rêxistinên jinan hate li darxistin.

Destpêkê çalakî bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir, piştre li ser navê meclisa PYD axaftin hate kirin, 8’ê Adarê li hemû jinan hate pîroz kirin û hate gotin ku jinan di destpêka şoreşê û heta roja îro de roleke sereke lîstin û têkoşîn û berxwedaneke bê hampa dane meşandin.

Piştre şevbêrka hunerî destpêkir û ji aliyê dayikên şehîdan ve stranên şoreşgerî hatin gotin, di nav de dayikan axaftin jî kirin û keda hemû jina pîroz kirin.

Çalakiya hunerî bi siloganên jin jiyan azadî bi dawî bû.

Share This Article