Meclisa Jin a Kampa Waşûkanî bi daxuyaniyekê daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.
Meclisa Jin a Kampa Waşûkanî di daxuyaniya xwe de got: “Girtina berdewam a rêber APO, hewldana şikandina ruhê berxwedanê ye. Berevajî wê, pêkanîna azadiya wî, dê nexşeya aştiya cîhanî xêz bike.
Meclisa Jin di berdewamiya daxuyaniyê de, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku tecrîda li ser Rêber APO bi dawî bikin û azadiya wî misoger bikin.
Di dawiyê de jinên kampê piştrast kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina azadiya rêber APO berdewam bikin.
