MECLÎSA GIŞTÎ YA PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ CIVÎNA XWE YA 2’YEMÎN LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Meclîsa giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê civîna xwe ya duyemîn bi beşdariya Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El-Mihbaş û piraniya endamên meclîsê ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Reqayê li dar xist.

Di civînê de, Ebid Hamid El-Mihbaş rewşa siyasî ya herêmê û Rojhilata Navîn nirxand û bal kişand ser xeteriya gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê.

Li aliyekî din, rola Partiya Sûriya Pêşerojê di vê pêvajoyê de hat vegotin.

Di nîqaşên beşdaran hat destnîşankirin ku danûstandinên Sûrî-Sûrî misogeriya çarserkirina pirsgirêka Sûriyê ne.

Share This Article