Çend roj berê, bajarê Qamişlo bû şahidê yek ji tawanên herî hovane li dijî zarokan, dema ku keçek nûbûyî li ser yek ji peyarêyên bajêr avêtî hate dîtin.
Piştî çend rojan ji çavdêriya tenduristiya wê li yek ji nexweşxaneyên rêveberiya xweser, Desteya Jin îro ragihand ku ew ê berpirsiyariya mezinkirin û lênêrîna zarokê bigire ser xwe.
Zaroka ku beriya çend rojan li ser peyarêyekê li kolanên bajarê Qamişlo hatibû dîtin, îro ji aliyê Desteya jin ya Kantona Cizîrê ve hat wergirtin û biryara xwedîkirina wê wergirt ser milê xwe.
Li gor daneyan zarok wê ji aliyê Desteya Jin ve li navenda wan ya parastina zarokan were xwedîkirin û rewşa wê were venêrîn.
Seroka desteyê Rohat Xelîl ji Rojava te re axivî û got ku desteya jin wê bi erka xwe rabe û li berpirsyariya ku wê girtiye ser xwe ta dawiyê bi cih bîne.
Li gorî ku bijîşkan xuya kirine zarok rewşa wê baş e û ji asta xeter derketiyê.
Hêjayî bîrxistine ye ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn xuya kiribû ku doza vê keçikê tê şopandin da ku kesên ev bûyer pêk anîne li gorî rêgezên qanûnî werin cezakirin.
RAPOR: BÊRÎVAN QASIM – KAMÎRE: MEHMÛD MI’ÊŞ
