MECLISA GELAN ÎSTÎFAYA HEVSEROKÊ MECLISA GELAN A CIZÎRÊ HIKMET HEBÎB QEBÛL KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Gelan di rûniştineke taybet de daxwaza îstîfayê ya hevserokê Meclisa Gelan a Cizîrê Hikmet Hebîb qebûl kir, û Hikmet hebîb wekî Berpirsê Platforma Rojhilata Navîn a Ofîsa têkiliyên dîplomasî hate erkdarkirin.

Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê li hola meclisê ya li bajarê Amûdê rûniştineke taybet ji bo daxwaza îstîfayê ya hevserokê Meclisa Gelan a Cizîrê Hikmet Hebîb,pêk anî.

endamên meclisê û endamên Meclisa cîbcîkar a Kantona Cizîrê amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, rapora îstîfayê hate xwendin û Hikmet Hebîb axivî. Piştre beşdaran nêrînên xwe derbarê raporê de dan.

Dûre daxwaza îstifayê ji aliyê Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê hate qebûlkirin û Hikmet Hebîb li ser xebatên xwe yên ku di salên derbasbûyî de pêk anîn, hate xelatkirin.

Hikmet hebîb wekî Berpirsê Platforma Rojhilata Navîn a Ofîsa têkiliyên dîplomasî hate erkdarkirin.

Share This Article