Bi sedan şêniyên bajarên Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê ku bi armanca tevlîbûna berxwedana gelê Hesekê ketibûn rê, gihîştin Hesekê û ligel gelê wê sekinîn.
Karwanê gel, li Çerxerêya Kevokê ya li Taxa Til Hecer, ji aliyê sedan şêniyên Hesekê ve hat pêşwazîkirin.
Di pêşwazîkirinê de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana Hesekê” hatin berzkirin.
Girseyên ku ji hersê bajaran hatine, tevlî komên ku li nava bajar nobedariya parastinê dikin, bûn.
