MECLÎSA GELAN BUDCEYA GIŞTÎ YA SALA 2025’AN DERXIST

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Gelan a Demokratîk îro qanûna budceya giştî ya sala darayî ya 2025`an derxist û li gorî madeya ‎‎5’an a qanûna budceya giştî Desteya Darayî texmîn dike ku kêmasî di budceyê de derkeve. ‎

Civîn bi beşdariya Hevserokên meclîsên cîbcîkar û endamên meclisên 7 kantonan hate lidarxistin û têde ‎‎39 madeyên budceya giştî hatin nîqaşkirin û ketin dengdanê.‎

Piştî dengdanê hin made hatin guhertin û erêkirin.‎

Desteya Darayî li gorî madeya 5 ji qanûnê ku di budceya giştî ya sala 2025`an de texmîn dike ku kêmasî ‎derkeve.‎

Di dawiya civînê de bûdceya giştî ya sala 2025’an hat erêkirin û ji 1’ê Çileya 2025’an pê ve kete meriyetê.‎

Share This Article