Desteya aborîyê ya Rêveberiya Xweser xeteke berhemanîna nan ya nû, li firneya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê zêde kir.
Nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl û kongra Star beşdarî merasîma vekirinê bûn.
Di merasîmê de hevserokê desteya aboriyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Mihemed Şewqî axivî û got, ew ê di projeyên xwe yên xizmetkirina civakê de berdewam bin.
Rêvebira Firneyan a Kantona Hesekê Mîdya Şêxo dibêje, armanca vekirina xeteke nû li firneya Til Hecer ew e ku pêwsîtiyên welatiyan pêk were
