MECLISA BAJARÊ HESEKÊ Û ŞAREDARIYA GEL KAMPANYA PAQIJIYÊ DAN DESPÊKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Bajarê Hesekê bi hevkariya Şaredariya Gel û saziyên civaka sivîl kampanyaya paqijkirina bajêr dan destpêkirin.

Kampanya bi din dirûşma “Em kolanên xwe paqij bikin û bajarê xwe bikin mînak” hate destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de îro taxa Eskerî ya li naverasta bajarê Hesekê hate paqijkirin û dê her roja şemiyê xebatên weha bên pêşkêşkirin.

Armanca kampanyayê berhevkirin û paqijkirina gemar û bermahiyên li kolanan û belavkirina çanda hevkariya civakî ya di navbera welatiyan û saziyan de ye.

Meclisa Bajarê Hesekê û şaredariya gel bang li welatiyan kirin ku tevlî kampanyayê bibin.

Share This Article