Koordînasyona Jin a kantona Firatê civîna xwe ya nîvê salê li dar xist û tê de xebatên xwe gotûbêj kir.
Her wiha tekezî li ser aktîvkirina rola jinan hate kirin. Koordînasyona Jin a kantona Firatê civîna xwe ya nîveka sala 2024’an li avahiya meclisa cîbicîkar a kantonê li dar xist.
Di civînê de rêveberên deste, sazî û rêxistinên jinan li hev kom bûn û rewşa xebatên xwe nirxandin.
Her wiha geşedanên siyasî yên dawiyê û astengiyên ku li pêşiya xebatên wan derdikevin, hatin gotûbêjkirin.
