Piştî perwerdeya mehekê, komîteya perwerde û fêrkirinê ya Reqayê şahiyeke derçûnê ji bo masmosteyên qonaxa seretayî li dar xist.
Mamosteyên ku beşdarî perwerdeyê bûn, li ser materyalan hatin perwerdekirin. Her wiha semînerên bîrdozî jî dîtin.
Piştî perwerdeya ku mehekê berdewam kir, îro komîteya perwerdeyê ya Reqayê ji bo bidawîkirina perwerdeyê, şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku rola mamosteyan a di pêşxistina civakê de gelekî girîng e.
Di dawiyê de jî stranên folklorî û hunerî hatin gotin.
