Dema navê şehîd Ferhad Dêrik tê gotin, salên dirêj ên xebata rêxistinî, civakî û siyasî, keda wî ya avakirina komîn, meclisên gel, saziyên Rêveberiya Xweser tên bibîranîn.
Şehîd Ferhad Dêrik ku li piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe xist ber xizmeta civakê û parastina doza gelê xwe, li her cihê ku lê kar kir, mohrek hişt.
Di salvegera 4‘emîn a şehadeta cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Dêrik de, malbata wî daxwaza hesabpirsînê ji kujeran kir.
Xwişk û birayê şehîd Ferhad Dêrik li ser rêwîtiya wî axivîn û dan xuyakirin ku şehîd Ferhad ne kesekî siyasî an rêveberek ji rêzê bû, lê di xebata civakî, felesefeya li ser hîmen avakirin, rêxistinkirin û xizmeta gel de mamosteyek bû.
