MALBENDA HELEB A ÇANDÎ SIBEHEKE WÊJEYÎ JI BO HEZKIRIYÊN HELBEST Û ÇÎROKAN LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Ji bo geşkirina behremendiya hezkiriyên helbest û çîrokan, Malbenda Heleb a Çandî sibehek wêjeyî li navenda xwe ya li Şêxmeqsûda Xerbî li dar xist.

Di çalakiyê de, hejmarek kesên ku bi karûbarên hunerî û edebî re eleqedar in, her weha endamên meclisan, komîn, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Çalakî bi deqeyek bêdeng ji bo giyanên şehîdan dest pê kir, piştre beşdaran helbestên xwe bi zimanên Erebî û Kurdî xwendin.

Beşdaran di helbest û çîrokên xwe de, êşa koçberiyê, hêviyên vegerê, çîrokên şervanên azadiyê û berxwedaniya wan anîn ziman .

Share This Article