TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER KONFERANSEK LI SER ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Di bi dirûşmeya “bi pêkanîna şerê gelê şoreşgerî serkeftina cenga azadiyê misoger bike, Rêber APO fîzîkî azad bike”, îro tevgera ciwanên şoreşger û desteya ciwan û werzîşê yên Kantona Cizîrê konferansek li ser şerê gelê şoreşgerî li bajarê Qamişloyê li dar xistin.

Di konferansê de axaftin li ser navê tevgera ciwanên şoreşger hat kirin. Her wiha perspektîvên Rêber Apo hatin xwendin.

Konferansê lidarxistina çalakiyên werzîşî jî li xwe girt û sinevizyonek jî hate pêşandan.

Berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Kantona Cizîrê Wedha Omer behsa girîngiya lidarxistina konferansê kir û got armanca wan misogerkirina azadiya Rêbertî ye.
Her wiha Endamê Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger Hogir Elî jî diyar kir ku fikrê rêbertî li tevahî cîhanê belav bûye.
Di konferansê de banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocalan hat kirin û tekezî li ser mezinkirina asta berxwedaniyê hate kirin.

konferans bi nîqaş û pêşniyarên beşdaran bi dawî bû.

Share This Article