Meclisa malbatên şehîdan a bajarê Helebê derbarê wêrankirina goristana şehîdan ya bajarê Minbicê ji aliyê çeteyên dewleta tirk a dagirker ve daxuyaniyek da û ev kiryar şermezar kir.
di daxuyaniyê de hat gortin ku dewleta tirk a dagirker bi riya çeteyên xwe dixwaze demografiya herêmê biguherîne û armancên xwe yên mîsaqa milî pêk bîne.
her di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dewleta tirk nirxên şoreşê armanc digire û dixwaze fedekariyên gelê herêmê veşêre.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên navnetewî hat kirin ku li hemberî vê hovîtiya dagirkeriya tirk bêdeng nemînin.
