Malbtên qurbaniyên komkujiya Qamişlo ji Rojava Tv behsa wê rojê û êşa xwe dikin.
8 sal di ser komkujiya Qamişlo re derbas dibe.
komkuiya ku bû sedema bi dehan mirovên kal, pîr, ciwan, zarok û jin şehîd û birîndar bûn.
Di sibeha 27’ê Tîrmeha 2016’an de li nêzî mizgefta Qasimo ya taxa Xerbî a bajarê Qamişlo Çeteyên DAÎŞ’ê kamyoneke mezin ku bi teqemeniyan barkiribû li teqandin.
sibeha wê rojê êş û azarek bê dawî ku birîna wê heta niha di dilê her malbatekê de maye, çêbû.
malbatên qurbaniyên teqînê ji Rojava tv re behsa wê rojê û kêlîyên teqînê yên bi azar dikin.
Malbatên qurbaniyên teqînê dibêjin ku bûyera di 27 tîrmeha 2016an de pêkhatî bûyerek xemgîn bû, ji ber ku di wê teqînê de zêdeyî 177 kes birîndar û 62 kes şehîd bûn.
îro wê Şehîd Polat Herekol û 62 şehîdên teqîna Qamişlo, wekî her sal, li cihê teqînê werin bibîranîn.
Di bîranîna ku dê malbatên şehîdan û nûnerên saziyan jî beşdar bibin de wê 62 mûm werin pêxistin û axaftin werin kirin.
