LI ŞEHBAYÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ MEŞEK HATE LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Efrîn û Şehbayê bi meşeke girseyî tecrîda li Dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Meş ji Stada gundê Babnisê dest pê kir û li qada heman gundî veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û tecrîd û nameyên gefxwarinên yên ku dewleta Tirk a dagirker dabû Rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Her wiha bang li aliyên têkildar hate kirin ku li hemberî Rêber Abdulalh Ocalan erka xwe bi cih bînin.
Meşvanan bê navber dirûşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîdê berz kirin.

Share This Article