MALBATÊN HAWIRDE JI BO KU JI MALÊN EFRÎNIYAN DERBIKEVIN, BI HEZARAN DOLARAN DIXWAZIN

Rojava Tv
1 Min Read

Duh karwanê 9’an û yê dawiyê yê koçberên Efrînê, piştî 8 salên koçberiyê vegeriyan warê xwe.

Efrîniyên ku vedigerin, malbatên hawirde yên ku ji herêmên cuda yên Sûriyê hatine, ji malên wan dernakevin.

Dayîkeke Efrînî dibêje, malbateke hawirde ji bo ku ji mala wê derbikevin, 10 hezar dolarên amerîkî dixwazin.

Bi vegera karwanê 9’an re, pirsa koçberiyê bi dawî tê, lê pirsgirêkeke jê zehmettir heye. Efrîniyên ku vedigerin, malbatên hawirde yên ku ji herêmên cuda yên Sûriyê hatine, ji malên wan dernakevin.

Dayîkeke Efrînî dibêje, malbateke hawirde ji bo ku ji mala wê derbikevin, 10 hezar dolarên amerîkî dixwazin.

Wêneyê kurê xwe yê şehîd bi eşq û evîneke mezin maç dike. Dayîka şehîd Berxwedan Efrîn e, dibêje kurê min bi hesreta dîtina vê rojê bû.

Piştî 8 salên koçberî û çend pêlên derbideriyê, adara îsal karwanê yekem yê Efrîniyan di encama rêkeftina di navbera QSD’ê û hikûmeta demkî de vegeriyan warê xwe.

Bi giştî zêdetirî 9 hezar malbatan vegeriyane. Li gorî çavkaniyên me yên ji nava Efrînê jî, tevî ku malbatan giliyên xwe li cem rêveberiya bajêr tomar kirine jî, lê ta niha piraniya malên wan nehatine valakirin.

Share This Article