Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê bi daxwaza azadkirina dilgirtiyên ji ailyê hikumeta demkî ve hatine girtin, çalakiyek li dar xist.
Çalakî li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê bi beşdariya bi sedan malbatên dîlgirtiyan û malbatên şehîdan pêk hat.
Di çalakiyê de wêneyên dîlgirtiyan hatin hildan û pankartên bi daxwaza azadkirina wan hatin vekirin.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre şervanê bi navê Xalid Omer ê berê dîlgirtîbû û hat berdan, axivî.
Xalid Omer bal kişand Peymana 29’ê Çileyê û got: “Yek ji xalên peymanê ew e ku hemû dîlgirtî werin azadkirin û vegerin nav malbatên xwe. Lê hikumeta demkî pêkanîna vê xalê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.
Çalakî bi dirûşmên “Ji esîran re azadî” û “Em esîrên xwe dixwazin” bi dawî bû.
