Malbatên dîlgirtiyan û xelkê bajarê Qamişlo li dijî bikaranîna dosyaya dîlgirtiyan weke belgeya danûstandinê bi QSDˊê re û tayînkirina endamên (Meclisa Gel) çalakî lidarxistin .
çalakî bi amadebûna Malbatên dîlgirtiyan û gelê Qamişlo li Çerxerêya Sonî hate lidarxistin .
di çalakiyê de siyasetên hikumeta demkî ya Sûriyê û bikaranîna dosyaya dîlgirtiyan weke belgeyeke zextê û danûnstandinê bi (QSD) re red kirin .
Xwepêşandêran wêneyên şervanên dîlgirtî hildan û diruşmên bi daxwaza berdana tevahî dîlgirtiyan berz kirin.
Li gorî bendên peymana 29ˊê Çileyê koma 1ˊê ya dîlgirtiyan di 10ˊê Adara 2026ˊan, koma 2ˊyan di 19ˊê Adarê de, koma 3ˊyan di 11ˊê Nîsanê de û koma 4ˊan di 8ˊê Gulanê de hatin berdan.
