şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê îro bi merasîmekê cenazeyê şervanê HRE’yê (Polat Efrîn) û welatiyê bi navê Mihemed Arif Hac Mehmûd hatin oxirkirin.
Merasîma oxirkirinê li goristana Şehîd Zozan Amanos a li bajarokê Fafînê li dar ket.
Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê û Saziya Gaziyên Şer axaftin hatin kirin .
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwast û soza berdewamkirina têkoşîna şehîdan hat dayîn.
Paşê wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenzeyên herdu şehîdan bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.
şervanê HRE’ê Polat Efrîn 13’ê Mijdarê dema ku li bajarokê şêrewa li ser erka xwe bû birîndar bû û demeke dirêj tedawiya xwe didît û 24’ê Mijdara 2024’an tev li karwanên nemiran bû.
BI SEDAN XELKÊN EFRÎN-ŞEHBAYÊ CENAZEYÊ 2 ŞEHÎDAN OXIR KIRIN
