MALA GERISTÊRKA ZAROKAN A BAJARÊ REQAYÊ DI PÊŞWAZÎKIRIN Û LÊNERÎNA ZAROKAN DE BERDEWAM E 

Rojava Tv
1 Min Read

Mala Geristêrka Zarokana a bajarê Reqayê ku ji aliyê Nivîsgeha karûbarên şehîdan di desteya karûbarên civakî ve hate avakirin di Pêşwazîkirin û lênerîna zarokan de berdewam e.

Hevserokê Mala Geristêrka Zarokan a bajarê Reqayê Yasir Ebdil Setar Şelal da zanîn ku Di navendê de 50 zarok dikarin cih bigirin.

Bi armanca lênerîna zarokan Nivîsgeha karûbarên şehîdan di desteya karûbarên civakî de di 10 Îlona derbasbûyî de Mala geristêrka zarokan li bajarê Reqayê vekir.

Ji dema avakirinê ve û heta niha, navenda geristêrka zarokan ji bo misogerkirina jiyaneke ewle ji bo zarokên sêwî, xebatên xwedîkirinê berdewam dike.

Li aliyekî din jî zarokan ji tevahî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê pêşwazî dike.

Hevserokê Mala Geristêrka Zarokan Yasir Ebdil Setar Şelal da zanîn ku Di navendê de 50 zarok dikarin cih bigirin .

Ji aliyê xwe ve Mamoste Xiyas Elî diyar kir ku Ew di navnedê de zarokan li ser zimanê erebî, kurdî û Ingilîzî perwerde dikin.

Mala gerestêrka zarokan hewl dide lênêrîneke baş li zarokan bike û di warê piştgiriya derûnî de karekî baş bike ji ber wê jî pisporên psîkolojîk di navendê de kar dikin.

Share This Article