Mala Êzdiyan ya bajarê Amûdê amadekariyên şahiya cejna Çarşema sor ku dê sibe li gundê Dugirê yê Amûdê were lidarxistin, dike.
Di vê rojê de Êzîdî bi rê û resmên xwe yên weke rengînkirina hêkan amadekariyan dikin.
her wiha di sibeha cejnê de cil û bergên xwe yên filoklorî li xwe dikin û serdana gorên miriyên xwe dikin.
Sibe 16’ê Nîsanê ye û li gorî Salnameya Rojhilatî sersala êzdiyan an ku cejna çarşema sor e ku dê Êzîdiyên herêmê şahî û merasîmên pîrozbahiyê yên berfireh li dar bixin.
