Lîstikgeha Beledî ya Reqayê yek ji cihên Reqayê ye ku ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatibû wêrankirin û rûxandin.
Îro piştî 7 salan ji rizgarkirina Reqayê, bi saya Rêveberiya Xweser û destên welatiyên Reqayê, lîstikgeh spehîtiya xwe vedigerîne û şopa şer ji ser rûyê xwe radike.
Di serdema DAIŞê de, Lîstikgeha Beledî ya li Reqayê şahidê tawan û girtina niştecihan bû. Çeteyan ew veguherandibû zindaneke navendî û salonên wê yên werzîşê jî veguherandibûn odeyên êşkencekirinê, her wiha qada wê ya kesek bi kuştinên komî sor vegerandibûn .
Di sala 2017 de û piştî rizgarkirina Reqayê, kar ji aliyê Rêveberiya Sivîl ve hat kirin ji bo nûjenkirin û vegerandina lîstikgehê û ji nû ve lidarxistina tûrneyên werzîşê li ser erda wê.
Di vê derbarê de, Rojava TV bi rêveberê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê Ebdulkerîm El-Ebas re hevdîtinek pêk anî û behsa rewşa stadyûmê ya berî û piştî rizgarkirinê kir.
Hevseroka Meclisa Werzîşê ya Reqayê Necwa Ebû Zir jî bal kişand ser rola Meclisa Werzîşê di nûjenkirin û pêşxistina werzîşê piştî rizgarkirinê.
Terora DAIŞ, zirareke mezin li sektorên xizmetguzariyê ên li Reqayê kir û xelk vegerand serdema paşketin û şûmayînê.
Lê îro, bi saya gelê xwe û Rêveberiya Xweseriya demokratîk, kantona Reqayê ji nû ve zindî dibe û kirasê pêşketinê li xwe dipêçe
