Li Zanîngeha Kobanê 2 hezar xwendekar ketin ezmûnên werza yekemîn.
Piştî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê (Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) ku di meha Çileyê de dest pê kir, beşeke mezin a xwendekarên Zanîngeha Şerq a bajarê Reqayê, xwendina xwe li Zanîngeha Kobanê temam kir.
Îro derdora 2 hezar xwendekarên Zanîngeha Kobanê, xwendekarên berê li Zanîngeha Şerq bûn, her wiha xwendekarên lîsansê yên ji hemû beşan dest bi ezmûnên werza yekemîn kir.
Ezmûn serê sibehê saet 09.00’an dest pê kir û saet 11.00’an bi dawî bûn, danê din jî saet 11.30’an dest pê kir û saet 13.30’an bi dawî bû.
Ezmûn dê 2 hefteyan bidomin.
