ÊRÎŞ Û PILANÊN DEWLETA TIRK ÊN LI DIJÎ HERÊMÊ DEWAM DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên ji bajarê Qamişlo gef û êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmê red kirin her wiha piştgiriya xwe ji bo pêngavên Hêzên QSD ê yên li dijî Şaneyên Çeteyên DAIŞ ê nîşan dan .

Şêniyan tekez kirin ku ew ê têkoşîna xwe xurttir bikin û li hember êrîşên dewleta Tirk yekîtiya xwe avabikin.

Dewleta Tirk a dagirker gef û Êrîşên xwe yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê ranewestandiye .

Li aliyekî din jî dagirkeriya dewleta Tirk ji bo derbekirina Ewlehî û Istiqrara Herêmê, Şaneyên DAIŞ ê dixe tevgerê û destekê didê .

Têkildarî mijarên xelkên ji bajarê Qamişlo gotin armanc ji gef û êrîşên dewleta tirk têkbirina pirojeya Rêveberiya xweser e .

Her wiha tekez kirin ew ê têkoşîna xwe xurttir bikin û li hember tevahî êrîşên dewleta Tirk bibin yek .

Li aliyekî din jî Xelkên bajarê qamişlo piştgiriya xwe ji bo pêngavên Hêzên QSD ê yên li dijî Şaneyên Çeteyên DAIŞ ê nîşan dan .

Li hember hemû cure êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hewldanên têkbirina Rêveberiya Xweser, xelkên herêmê berxwedana xwe di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de didomînin .

Share This Article