Li bajarên Heleb, Qamişlo û Reqayê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
bi Boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan meşên girseyî hatin lidarxistin.
Di meşan de bi hezaran jin û mêr, peyamên bilindkirina asta têkoşînê dan.
Li bajarê Heleb, Qamişlo û Reqayê de bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan meşên girseyî hatin lidarxistin.
Di meşan de ji aliyê Platfoma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûreyê ve hatin organîzekirin de bi hezaran jin û mêr, peyamên bilindkirina têkoşînê dan.
Li bajarê Helebê Meş ji pêşiya Hola Civînan a 8’ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûd dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Kongra Star û wêneyên şehîdên azadiyê hatin hildan.
Meş li herêma Cebanat veguherî mîtîngê û deqeyekê rêz hat girtin. Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Rîhana Elo axivî û diyar kir ku têkoşîna ji bo azadiya jinan ji di serdema nûjen de ji aliyê xwişkên Merîbal ve hat destpêkirin û li Kurdistanê jî dewam dike.
Mîtînga bajarê Helebê bi berzkirina dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
Li bajarê Qamişlo jî Meş li Çerxerêya Sîna dest pê kir. Bi sedan jin û mêr ji Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê, Til Koçer, Çilaxa, Dêrik û Girkê Legê û Til Hemîsê tev lê bûn.
Di meşê de pankartên bi nivîsên “Jin jiyan e, jiyanê nekujin”, “Bi hev re e dawî li tundiya li dijî jinan bînin” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
Berdevka Kongra Star Rihan Loqo di meşê de axivî û diyar kir ku 25’ê Mijdarê roja biryardariya avakirina hevjiyaneke azad e.
Her wiha destnîşan kir ku berxwedan û têkoşîna jinan kevirê bingehîn ê bidestxistina mafên xwe ye.
Di dawiyê de Koma Şehîd Yusra ya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan şanoyeke li ser têkoşîna jinan a li hemberî tundiyê pêşkêş kir.
Li bajarê Reqayê jî bi beşdariya gireseyek mezin a jinên ji kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê meşek girseyî hat lidarxistin.
Meşa ku endamên saziyên sivîl, leşkerî, rêxistinên jinan, nûnerên Rêveberiya Xweser tev lê bûn ji Çerxerêya Panorama ya bajarê Reqayê dest pê kir û li Qada Jina Azad veguherî mîtîngê.
Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod El Îsa axivî û anî ziman ku ev roj xaleke girîng di têkoşîna jinên Sûrî de ye.
Xod El Îsa bal kişand ser binpêkrinên ku li dijî jinên têne kir û got: “Nabe, êş û azarên jinan ji koçberî, revandin û binpêkirinên ku jinên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kişandine werin kişandin.
Ji aliyê xwe ve Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Edalet Umer jî axivî û li dijî tundiyê banga mezinkirina têkoşînê kir.
Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Na ji tundiya li dijî jinan re” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
