LI SERANSERÎ HERÊMÊ GIRANKIRINA TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO HATE ŞERMEZARKIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina cezayên dîsplînê yên li dijî Rêber APO gelek daxuyanî hatin dayîn.
Di daxuyaniyan de hate gotin, dê gel bi têkoşîn û berxwedana xwe azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bike.

Dewleta Tirk a dagirker di bin navê ˊcezayên dîsplînêˊ de, careke din qedexeya hevdîtinê ya ligel Rêber Abdullah Ocalan, 3 mehên din dirêj kir.

Ji bo şermezarkirina ˊcezayên dîsplînêˊ yên li dijî Rêber APO, li seranserî herêmê gelek daxuyanî hatin dayîn û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate kirin.

Ciwanên PYD’ê yên kantona Reqayê bi daxuyaniyekê ferzkirina cezayên displînê şermezar kirin.

Her wiha gotin, armanca girankirina tecrîdê qirkirina gelê Kurd û tasfîyekirina vîna gelên azadîxwaz e.

Di dawiyê de ciwanên PYD’ê bang li saziyên hiqûqî û mafên mirovan kirin ku erkên xwe pêk bînin û dawiyê li tecrîdê bînin. Têkildarî heman mijarê meclisa malbatên Şehîdan ya kantona Minbicê daxuyaniyek da û girankirina tecrîdê şermezar kir.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got, dewleta Tirk dixwaze vîna gelên herêmê û projeya Rêber APO ya demokratîk ji holê rake.

Di beşekî din de meclisa malbatên Şehîdan ya kantona Minbicê, ferzkirina cezayên displînê li dijî tevahî yasayên mafên mirovan e.

Di dawiyê de ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO banga mezinkirina asta têkoşînê hate kirin.

Ciwanên PYD’ê yên Helebê jî bi daxuyaniyekê tekez kirin ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO, ew ê asta têkoşînê û berxwedanê mezin bikin.

Ciwanan gotin, ew ê li dora felsefeya Rêber APO kom bibin û xwe bi paradîgmaya Rêbertî perwerde bikin.

Her wiha dane zanîn ku, bi girankirina tecrîdê ti carî nikarin Rêbertî û ciwanan ji hev du qut bikin.

Di dawiyê de ciwanên PYD’ê yên Helebê bang li tevahî ciwanan kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO her dem têbikoşin.

Share This Article