LI SER BANGA DAYÎNA XWÎNÊ, WELATÎ BERÊ XWE DIDIN NEXWEŞXANEYAN

Rojava Tv
1 Min Read

Li ser banga dayîna xwînê, bi dehan welatiyên bajarê Qamişlo ji bo dayîna xwînê berê xwe dan nexweşxaneyên bajêr.

Nexweşxaneyên Şehîd Xebat, Dil û Çavan û nexweşxaneyên din ên li Qamişloyê ragihandin ku ji bo birîndarên êrişên dewleta Tirk pêwîstiya wan bi tevahî cureyên xwînê heye û banga xwîndayînê kirin .

Kesên ku xwîn dane destnîşan kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe li hemberî êrîşên dewleta Tirk bisekinin .

Her wiha bang li tevahî gelên herêmê kirin ku li hember êrîşan sazî û rêveberên xwe biparêzin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin .

Share This Article