LI ŞEHBAYÊ JINAN PIŞTGIRIYA XWE BI JINÊN ŞENGAL Û EFGANISTANÊ RE NÎŞAN DAN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê ji bo piştigirya xwe ji jinên Şengal û Efganistanê re nîşan bidin, meşek lidarxistin.
Bi sedan şênî, endamên kongra Star, Yekîtiya jinên Êzidî û endamên saziyên herêmê tevlî meşê bûn.
Meşê ji gundê Til Sosîn dest pê kir û li gundê Meratê yê navçeya Ehdasê veguherî mîtîngê.
Di mitingê de, axaftin ji aliyê Yekîtiya jinên Êzîdî ya Rojava û Kongra Star ve hatin kirin.
Kesên axivîn tundiya li dijî jinên li Efganistanê û jinên ji hêla çeteyên DAIŞ′ê ve hatine revandin, şermezar kirin.
Her wiha bang li tevahî jinên li cîhanê hate kirin ku piştgiriya jinên ji ber zulm û bindestiyê êş dikişînin bikin.
Piştî axaftinan, şanoyek li ser qirkirina Êzidiyan a bi destê çeteyên DAIŞ’ê pêk hatî, hate pêşandan.
Meş bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Share This Article