LI ŞEHBAYÊ JI BO PIŞTGIRIYA GELÊ BAKUR MEŞEKE GIRSEYÎ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Şaredariyan a kantona Efrîn- Şehbayê ji bo şermezarkirina desteserkirina 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê meşeke girseyî li dar xist.
Koçberên Efrînî, xelkên Şehbayê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û xebatkarên şaredariyan tevlî meşê bûn.
Di meşê de pankarta bi rêgezên şerê gelê şoreşgerî em ê hemû tax û şaredariyan bikin qada têkoşînê, hate hildan.
Meşê ji gundê Kefer Qaris dest pê kir û heta bajarokê Ehdas dewam kir.
Li wir li ser navê yekîtiya şaredariyan axaftin hatin kirin û hate gotin, sekn û helwesta gel dê hemû polîtîkayên Tirkiyê têk bibe.
Di dawiyê de beşdaran tekez kirin ku, ew li pişta gelê Bakurê Kurdistanê ne.

Share This Article