Yekîtiya xwendekarên welatparêz ên sûrî 3’emîn festîvala şehîd Hogir ya hunerî û werzîşî li bajarê Kobanê lidarxist.
Festîval bi deqeyek rêzgirtin û bi beşdarbûna hevserokê desteya perwerde û fêrkirinê, rêveberên dibistanan, mamoste, xwendekarên kantona Reqa, Şehba, Cizîr û Kobanê li hola şehîd Mesûd hat lidarxistin.
Di fesîvalê de axaftin li ser navê yekîtiya xwendekarên welatparêz ên sûriyê û malbata şehîd Hogir hat kirin.
Her di festîval de, gelek beşên hunerî û pêşbirkên zanistî hatin lidarxistin, beşên werzîşî jî hatin lîskandin.
Di dawiyê de tîmên serkeftî û malbata şehîd Hogir hat xelatkirin.
Festîvala îsal a Şehîd Hogir bi durişma “Bi Huner Û Werzîşê Xwendekar Çanda Xwe Misoger Dikin”.diyarî şehîd Metîn hat kirin.
3’EMÎN FESTÎVALA ŞEHÎD HOGIR LI KOBANÊ HAT LIDARXISTIN
