Tevgera çand û hunerê ya Herêma Efrînê, 45 xwendekarên dewreya alav û noteyên mûzîkê derçûn kirin.
Bi dehan endamên tevgerê û malbatên derçûyan, li hola Mîtan a çand û hunerê beşdarî şahiya derçûnê bûn.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin û tê de daxwaz ji malbatan hate kirin ku zarokên xwe bişînin perwerdeyên mûzîkê.
Di perwerdeyê de xwendekar li ser jenîna alav û amûrên mûzîkê yên cuda cuda bi hostatî hatin perwerdekirin.
Her wiha xwendekar li ser çawaniya bikaranîna noteyên mûzîkê jî hatin perwerdekirin.
Di dawiyê de bawernameyên serkeftinê li ser xwendekaran hatin belavkirin.
