LI ŞEHBAYÊ 17 GERÎLAYÊN KU DI ÊRÎŞÊN KÎMYEWÎ DE ŞEHÎD BÛNE HATIN BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

17 Gerîlayên ku di êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, li Şehbayê hatin bibîranîn.

Meresîma bîranînê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê hat lidarxistin.

Li ser navê Encumena Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin û êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin.

Her wiha hate gotin ku dema dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê têk diçe berê xwe dide Rojava da ku vîna gelê Kurd bişkîne.

Di dawiya merasîmê de mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

Share This Article