LI ROJHILATÊ DÊRAZORÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO ÎMZE TÊNE KOMKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO, konekî komkirina îmzeyan hatiye vedan.
Di roja yekemîn a çalakiyê de şênî, endamên tevgera ciwanên şoreşger, şêx û rûspiyên êlan îmzeyên xwe dan.
Berdevkê Meclisa Êlan a El Bû Kemalê Selah El Selman got: “Divê cîhan tevda û rêxistinên mafên mirovan destwerdanê bikin, tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.”
Hevseorkê Meclisa Gel a bajarokê Hecînê Sair El Rebî jî got: “Îro hemleya komkirina îmzeyan li herêma Şerqiye dest pê kir. Ev tenê destpêk e û dê bi bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe.”
Çaverê ye ku hemle heta 15 rojan li rojhilatê Dêrazorê berdewam bike.

Share This Article