KOÇBERÊN EFRÎNÎ BEHSA GIRANIYA ÊŞA KOÇBERIYÊ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di sala 2018an de bi çekên pêşketî û balafirên şer êrîşî bahjarê Efrînê kirin, piştî berxwedaneke dîrokî ku 58 rojan dewam kir welatiyên efrînê neçarî koçberiyê bûn û bi hêviya vegera li efrînê li şehba bicih bûn.

‎‎lê di Yekê kanûna sala borî de careke din koçberên efrînî ku li şehbayê bi cih dibûn tevî xelkên şehba bi darê zorê hatin derxistin û neçarî koçberiyê bûn.‎

yek ji wan jî Ednan Şêx Mihemed e ku endamê saziya malbatên şehîdan bû, ji Rojava Tv re behsa koçberiya xwe ya 2 caran kir û anî ziman ku Tevî berxwedana ku li şehbayê dihat meşandin lê bi darê zorê hatin koçberkirin.

Ednan Şêx Mihemed diyar kir ku ji ber sûcên çeteyan li Efrînê ew nikarin vegerin bajarê xwe.

ji destpka dagirkirina bajarê efrînê ji hêla dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve koçberên efrînî daxwaza vegera bi ewle ya li bajar û gundê xwe dikin, lê ji ber sûcên çeteyan yên di derheqê sivîlan de ew nikarin vegerin.

Share This Article