LI REQAYÊ ŞAHIYEK JI BO ZAROKÊN XWEDÎ PÊDIVIYÊN TAYBET HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Encumena Sivîl a Reqayê îro bi boneya bi dawîbûna sala xwendinê ya zarokên xwedî pêdiviyên taybet, li bajarê Reqayê şahiyek li dar xist.
Encumena Sivîl a Reqayê şahî ji bo Navenda Nûsazkirina zarokên xwedî pêdiviyên taybet a Şehîd Beşîr Feysel El-Huweydî, li dar xist.
Şahî li stadyûma Firatê ya bajêr bi beşdariya kesayetên sivîl, siyasî, leşkerî, û malbatên zarokan hat li dar xistin.
Di şahiyê de gelek axaftin hate kirin û bal hat kişandin ser xebatên Encumena Sivîl a Reqa ya ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet.
Şahî bi pêşkêkirina şano û gerandina dîlanê, bi dawî bû.

Share This Article