NERAZÎBÛN LI SER BIRYARA QEDEXEKIRINA MOTORAN DERDIKEVIN

Rojava Tv
1 Min Read

Tenê du roj ji bo cîbicîkirina biryara qedexekirina motoran li bajarên parêzgeha Hesekê re maye.

Welatî bi riya Rojava Tv bang li aliyên têkildar dikin ku vê biryarê di ber çavan re derbas bikin û bi çavekî li halê feqîran binêrin.

Tenê du roj ji bo cîbicîkirina biryara qedexekirina motoran li bajarên parêzgeha Hesekê re maye.

Ev biryar di nav niştecih û kesên KU debara jiyana xwe ji Motoran dikin de nîqaşeke berfireh derxistiye holê.

Di nava qelebalixên rojan e ev biryar di erê û nayê de meya, hin dibêjin ku ji bo aramiya herêmê pir baş e, lê kesên ku ji karê motor debara jiyana xwe dikin, dilgiran in.

Welatî bi riya Rojava Tv bang li aliyên têkildar dikin ku vê biryarê di ber çavan re derbas bikin û bi çavekî li halê feqîran jî binêrin.

Di nav nerînên cûda de, pirs ev e ku biryar heya çi astê dikare armancên xwe yên ewlehiyê bi dest bixe.

RAPOR: NOVÎN EL-ELÎ – KAMÎRE: RIFET MURAD

Share This Article