Meclisa Malbatên Şehîdan ya Helebê ji bo gerîla Stêra Sîser ya ku di sala 2024’an de li herêma Asosê şehîd bûye, merasîmeke xiyabî li dar xist.
Merasîm li qada Şehîdan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hat lidarxistin.
Di merasîmê de endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komînan amade bûn.
Di merasîmê de li ser navên Saziya Gaziyan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn axaftin hatin kirin û tekezî li ser berdewamkirina rêya şehîdan hate kirin.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
