Di çarçoveya çalakiyên 25′ê Mijdarê Roja Cîhanê a Têkoşîna Tundiya Li Dijî Jinan komxebata jinan li bajarê Reqayê hat li dar xistin.
Beşdaran diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan ew ê di nava xebat û tekoşînê de bin.
Di bin dirûşma “Bi rihê neteweya demokratîk em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bimeşin” komxebatek ji bo jinan bi orgenîzekirina Encumena Kombûna jinan a Zenûbiyayê li Reqa hat li dar xistin.
Komxebat li hola Mişwar a bajarê Reqayê bi amadebûna 250 delegeyan ji kesayet, endamên rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên partiyên siyasî hatiye lidarxistin.
Di komxebatê de mijarên Biratiya gelan, Jinelojiya Jin, Jiyan, Azadî, Çand û exlaq û Erdîngarî û têgeha eşîran hatin nîqaşkirin.
beşdarên diyar kirin ku ew bi rih û feslefeya Jin, Jiyan, Azadî dixebitin da ku projeya xwe biparêzin û Rêbertiya xwe azad bikin.
Her wiha beşdaran diyar kirin ku kilîta çareserkirina pirsgirêkên rojhilata navîn li Îmraliyê ye.
Komxebata jinan ku li ser asta bajarê Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê hate li darixistin bi encamnameyekê bi dawî bû.
