Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê, jin ji siya bêdengî û tirsê derketin û niha bi afrîneriya xwe qada çandî ji nû ne vedijînin.
li ser dike navneda çand û Hunerê ya Reqayê jin helbestan dinivîsin, çîrokan vedibêjin, werşeyên perwerdeyê û hunerî pêşkêş dikin
em bi hev re li afrîneriya jinên reqayê di warê çand û hunerê de temaşe bikin.
Di nav dîwarên navenda çandê ya li Reqayê de, dengê jinên azad bilind dibe, helbestan dinivîsin, çîrokan vedibêjin, werşeyên perwerdeyê û hunerî pêşkêş dikin ku hemû temenan armanc dikin.
Ev çalakî ne tenê îfadeya azadiya bidestxistî ne, lê di heman demê de rengek berxwedana çandî ye ku ji hêla jinên herêmê ve tê pejirandin, da ku hişmendiya civakî ji nû ve ava bikin û zirara ku ji ber salên tundrewî û dûrxistinê çêbûye sererast bikin.
Yek ji wêneyên herî berbiçav ên vê veguherînê li ser dikê ye, li hola Navenda Çandê xuya dike.
Şanoger Hîba El Xelef ji Rojava Tv re diyar kir ku derketina jinan li ser dika şanoyê hê jî rastî astengiyan tê.
ji aliyê xwe ve Şêwekar Cûlya Ebdullah jî anî ziman ku Huner awayê derxistina êşan e, her çendî hewl bidin wê jê bibin, bedewî tu carî nayê têkbirin.
Piştî rizgarkirina Reqayê ji zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê, jin ji siya bêdengî û tirsê derdikevin.
Ew di dîmena çandî û civakî ya kantonê de cihekî navendî digirin, ala guhertinê bilind dikin û piştî gelek hewldanên ji bo tunekirina hebûna jinan, rola jinan di jiyana giştî de vejandin.
