LI REQAYÊ DIBISTANEK BI NAVÊ ŞEHÎD EHMED EL-CASIM HAT VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Desteya Perwerde û fêrkirinê ya Reqayê bi şahiyekê Dibistana bi navê Şehîd Ehmed El-Casim vekir.

Di şahiyê de nûnerên Meclisa Rêveber a Reqayê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Desteya Perwerdehiyê û hejmareke mezin ji dê û bavên xwendekaran beşdar bûn.

Di merasîmê de gelek çalakiyên cihêreng ji aliyê xwendekarên dibistanê ve hatin pêşkêşkirin, da kêfxweşî û serbilindiya xwe ji bo vekirina vê avahiya nû ya perwerdehiyê bînin ziman.

Di dawiya merasîmê de dibistan ji aliyê malbata şehîd Ehmed El-Casim ve bi şanaziyeke mezin li ser fedekariyên şehîdan, hate vekirin.

Share This Article