Koçberên Efrînî dibêjin, heta garantiyeke navdewletî peyda nebe, ew ê nikarîbin vegerin malên xwe.
Her wiha koçberên Efrînî diyar dikin, ta roja îro binpêkirin û sûc li axa wan ya dagirkirî berdewam in.
Di 18’ê Adara 2018’an de dewleta Tirk û çeteyên wê piştî 58 rojên Berxwedana Serdemê, bajarê Efrînê û piraniya gundewarên wê dagir kirin.
Ji ber êrîşên hovane yên dagirkeriya tirk û çeteyan wê yên di derheqê gelê wê yê resen de ku piranya wan Kurd bûn, bi sed hezaran gel bi darê zorê hatin koçberkirin.
Tevî 7 sal derbas dibin, lê birînên koçberan her zindî ne û bi gotina wan vegereke birûmet dê êşên wan derman bike.
koçber dibêjin, heta garantiyeke navdewletî peyda nebe, ew ê nikarîbin vegerin malên xwe.
Her wiha koçberên Efrînî diyar dikin, ta roja îro binpêkirin û sûc li axa me ya dagirkirî berdewam in.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn ji Rojava tv re aşkere kir ku tenê di her du mehên Çile û Sibata 2025’an de jimara binpêkirin û sûcên kuştinê yên li Efrînê gihaşt 3 kesan, her wiha 82 bûyerên revandinê pêk hatin.
