BI HATINA CEJNA QURBANÊ RE BAZARÊN TEBQAYÊ BI QIRBALIX BÛNE

Rojava Tv
2 Min Read

Bajarê Tebqayê, weke hemî bajarên din, amadekariyên pêşwazîkirina Cejna Qurbanê dike.
Welatiyan bi rêya ekrana Rojava Tv destnîşan kirin ku, çiqas kêşeyên aborî teng bin jî, dê Cejna Qurbanê bi rengê xwe yê bedew derbas bibe.

Çend roj din û wê Cejna Qurbanê ya ku li gel misilmanan yek ji cejnên girîng tê hesibandin bibe mêvanê welatiyan û di vê cejnê de qurban tên serjêkirin û silav û pîrozbahî tên kirin.

Bi hatina Cejna Qurbanê re li bazarên Tebqayê pêşwaziyek mezin heye.

Kamîreya Rojava tv serdana bazarên Tebqayê kir û amadekariyên gel yên ji bo pêşwazîkirina cejnê,şopand

Welatiyê bi navê Hatêm Elî Zenûn ku di heman demê de li sûka Tebqayê kar dike diyar kir ku nirxê hin kelûpelan giran e lê tevî wê tevgera kirîn û firotanê baş e .

bi gotina firoşkaran di dema dawî de rewş ber bi başiyê ve diçe û her çi qas kêşeyên aborî teng bin jî, dê Cejna Qurbanê bi rengê xwe yê bedew derbas bibe.

Roja 15’ê Hezîranê roja Weqfa Erefatê ye û di 16’ê Hezîranê de jî muslimanên seranserî cîhanê Cejna Qurbanê pîroz dikin.

tevî hemû tengasiyên ku Xelkên herêmê têre derbas dibin jî ,welatî dê cejna xwe pîroz bikin û rûyê reş ya şerê 14 salan hinekî ji bîr bikin.

Share This Article