LI REQAYÊ BI RENG Û CÛREYÊN BALKÊŞ DONDIRMA TÊ ÇÊKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Di werza havînê de bi taybet bi bilindbûna pêla germahiyê re, daxwazên xelkê li dondirmeyê zêde dibe.

Li Kantona Reqayê gelek kargehên ku dondirmayê ji cure û rengên xwezayî yên balkêş çêdikin, hene.

Li Kantona Reqayê gelek kargehên çêkirina dondirme û moteyan ku ji hemû cure û rengên balkêş in hene.

Piştî ku dondirme di kargehan de tê çêkirin li dikanên bajarê Reqayê û gundewarê wê tê belavkirin.

Bi taybet di werza havînê de û bi bilinbûna pêla germê re rêjeya kirîna domdirmeyê zêde dibe.

Berpirsê kargeha çêkirina dondirmeyê Ednan El-Xanim ji kemîreya Rojava TV re behsa awayê çêkirina dondirmeyê dike.

Li aliyekî din yek ji xwediyên dikanên çêkirin û firotina dondirmeyê li Reqayê Ehmed El-Ibrahîm got, tevahî dondirmeya ku ew çêdikin xwezayî ne ji lewra daxwaza xelkê li ser geleke.

Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû kesên ku dixwazin projeyên bazirganî û pîşesazî vekin, herêmeke ewleye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî piştgiriya hemû veberhêneran dike û tiştên ku ji bo serxistina projeyên wan pêwîst e pêşkêşî wan dike.

Share This Article