LI REQAYÊ BI ALÎKARIYA KOMÎTEYA KOOPERATÎFAN 36 MALBATAN FIRNEYEK VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Li kantona Reqayê 36 malbatan bi desteka Komîteya Kooperatîfan a Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantonê firneyeke nan ya bi navê Kooperatîfa Firneya Jiyanê vekir.
firne bi merasîmekê bi beşdariya hevserokên komîteyên kooperatîfan û aboriyê, endamên Meclisa Gel a Reqayê û şêniyên kantonê, hat vekirin.
Ji bo firneya ku dê rojane ji saet 6 sibehê heya 3’yê nîvro bixebite, 8 ton û 200 kg ard hatiye veqetandin.
Firine dê rojane 8 hezar û 750 torbeyên nan berhem bide û li tevahiya taxên kantonê û cihên koçberên Efrînî belav bike.

Share This Article