LI REQA Û TEBQAYÊ JI BO QURBANIYÊN ERDHEJÊ XEBATÊN ALÎKARIYÊ TÊN KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariya Tebqayê û Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo veguhestina sivîlên zirar ji erdhejê dîtine, tedbîrên lezgîn girtin. Li qad û parkên giştî jî bi dehan kon vedan.

Ji bo vê yekê 7 otobusên mezin û zêdetirî 20 servîs vê sibehê ji bo Helebê hatin şandin, armanc jê jî ku sivîlan bighînin herêmên bakur û rojhilatê sûriyê.

Her wiha Rêveberiyên Sivîl li Reqa û Tebqa bi dehan kon û strageh li park û holên herdu bajaran amade kirin.

Li wan konan pêdiviyên sereke mîna sobe, betanî û sifinc hatin zêdekirin û erdê wan bi temamî hat raxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku tîmên ambulans û rewşên awarte yên li Tebqa û Reqayê 24 saetan li bajar û gundan ji bo rewşên awarte amade ne..

 

Share This Article