LI REQA TABLOYEK BI DIRÊJAHIYA 58 METREYAN LI SER BERXWEDANA ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ HAT PÊŞANDAN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Kar û Barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Komîteya Çand û Erkolojiyê ya Encumena Sivîl a Reqayê tabloyek bi dirêjahiya 58 metreyan li ser berxwedana şêniyên Efrînê pêşanda.

Di çalakiyê de endamên Emcumena Sivîl a Reqayê, Rêveberiya Xweser, Encumena Jinan a Sûriyê û partî amade bûn.

Bi navê Desteya Kar û Barên Civakî axaftin hatin kinin û hate gotin: Tabloya axa zeytûnê êşa her Efrîniyek, her zarokek, her şehîdek û her dayikekê rave dike ku di oxira parastina axa Efrînê de şehîd bûn.

Her wiha hate destnîşankirin ku armanca ji amadekirina tabloyê, belgekirina berxwedana destanî ya xelkê Efrînê ye ku li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe dan.

Share This Article