LI REQA PROJEYA ÇANDINA 2 HEZAR Û 200 DARÊN BERHEMDAR TÊ CÎBICÎKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Di çarçoveya destekdayîn û çalakkirina rola jinan di warê çandiniyê de, Saziya Aborî û Çandiniyê ya Reqayê, projeyek taybet ya darên berhemdar destpêkir.
Saziya Aborî û Çandiniyê diyar kir ku ev proje ji bo pêkanîna plana nivîsgeha Jinan a sala 2023’an wekî gaveke pratîkî pêk tê.
Saziyê da zanîn ku proje bi armanca xurtkirina beşdarbûna jinan di warê çandiniyê û pêşxistina karînên wan de ye.
li gorî berpirsên projeyê, di nava projeyê de 2 hezar û 100 darên berhemdar hatine çandin û ev proje jî ji sala 2023’an ve bû û jin vê projeyê birêve dibe.

Share This Article